Polîsan mudaxileyî endamên Malên Gel kir û gelek kes binçav kirin 2020-10-24 16:02:46   ENQERE – Li Enqereyê polîsan mudaxileyî çalakiya endamên Malên Gel kir û gelek çalakgeran binçav kirin.    Li Enqereyê endamên Malên Gel bi daxwaza “Em dixwazin bi mirovî bijîn” xwestin li Cadeya Sakaryayê daxuyanî bidin çapemeniyê. Endamên Malên Gel pankarta “Em dixwazin bi mîsogerî bixebitin û bi mirovî bijîn” vekirin û cadeyê li çûnûhatê girtin. Polîsan pêşî li çalakgeran girt û xwest asteng bike. Tevî astengiyan jî girseyê xwest bimeşe lê polîsan mudaxileyî wan kir, li wan da û gelek kesan binçav kirin.    Polîsan gef li rojnamevanan jî xwar û ji karê rojnamevanan re astengiyan derxistin.