Xwestin girtiyê nexweş ê di rojiya mirinê de were berdan 2020-10-24 15:47:21 ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Osman Çeken ê ji 4’ê tîrmehê vir ve di rojiya mirinê de ye û xwest were berdan.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê edlî yê nexweşîna Wernicke Korsakof pê re heye Osman Çeken ê li Girtîgeha Menemenê ya Îzmîrê ya Tîpa T dimîne. Rêveberê Komeleyê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û da zanîn ku Çeken 8 meh in di rojiya mirinê de ye û tevî ku rapora wî ya astengdariyê heye jî nayê berdan. Çîçek got her roja ku diçe rewşa Çeken giran dibe û xwest ji bo dermankirinek baş demildest were berdan. Çîçek her wiha ji bo girtiyên nexweş jî bang kir ku tevahiya girtiyên nexweş demildest werin berdan.