KESK’ê bertek nîşanî zextên li ser HDP’ê da 2020-10-24 15:44:00   AMED – Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê bertek nîşanî binçavkirin û girtina rêveberên HDP’ê da û bang li îqtîdarê kir ku dest ji sepanên antî demokratîk berde.    Platforma Şaxên Konfedarsyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê têkildarî zext, binçavkirin û girtina li ser rêveberên HDP’ê li avahiya Şaxa Eîgîtîm Sena Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta “Dawî li faîzmê bînin, niha bila demokrasî pêk were” daliqandin.    Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak daxuyanî xwend. Orak anî ziman ku îqtîdara AKP-MHP’ê ne demokratîkbûnê lê di polîtîkayên faşîst de israr dike û bi rejîma heyî re li Tirkiyê cihêkariya partî û bindestan didome. Orak diyar kir ku tehamula îqtîdarê ya li hember hêzên muxalîf nemaye û bi vê bêtehamuliyê re îradeya gelê kurd desteser dike û dixwaze HDP’ê krîmînalîze bike. Orak got herî dawî polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Amed û navçeya wê Yenîşehîrê de girtiye û hevserokên wan binçav kirine û ew van binçavkirinên dijhiqûqî şermezar dikin. Orak anî ziman ku divê ji mafê bijartin û hilbijêran re hurmet were nîşandan û bang li îqtîdarê kir ku demildest dev ji sepanên antî demokratîk berde.