Li Wanê tundiya li dijî jinê hat nîqaşkirin 2020-10-24 15:42:57 WAN - Li Wanê, jinên ku ji bo panela “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê” li hev kom bûn, diyar kirin ku divê zemînê têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê bê bi hêz kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” de, li Platforma Şaxa KESK’ê ya Wanê, panela “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê” li dar xist. Panelê bi moderatoriya aktîvîsta TJA’yê Tulîn Yeşîl dest pê kir. Hevşaredara berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Erdîşê Dîba Keskîn û ji endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)  Prz. Sevda Aydin weke axaftvan tevlî panelê bûn.     TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ   Di panelê de, dest pê kê Sevda Aydin a OHD’î axivî. Aydin, diyar kir ku li bajarên herêmê, zêdebûna tacîz, tecawîz û îstîsmara zayendî balê dikişîn e û wiha got: “Ev parçeyekê rêbazên şerê taybete. Berî niha demekê li Şirnexê, eskerekê tecawîzî zarokekê kir. Piştî bûyerê Walîtiya Şirnexê daxuyaniyek da û bi vê daxuyaniya xwe îstîsmar meşrû kiribû. Dîsa li Êlihê, Çawişê Pispor Mûsa Orhan bibû sedem ku Îpek Er a tecawîz kiribû întîhar bike û gotibû ‘Tiştek bi min nayê.’ Liser vê gotina wî jî hatibû berdan. Nabe ku ev rewş bê qebûlkirin.” Aydin pişt re bal kişand ser tundiya aborî û derûnî ya li dijî jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em li dijî tundiyê têkoşîna xwe mezin bikin. Ev yek encex bi piştevaniyê pêkan bibe.”   KESKÎN: PIRSGIRÊK HIŞMENDIYA SERDEST E   Dûre Dîba Keskîn a HDP’î axivî û wiha got: “Zilaman tundî derxistiye. Di tu ol û baweriyan de, tundiya li dijî jinan nayê qebûl kirin. Ev pirsgirêk, pirsgirêka hişmendiya serdestiyê ye. Ji bo ku em kiribin li dijî hişmendiya zilam têbikoşin, divê em mafên xwe baş zanibin û li gorî vê li dijî tundiyê têbikoşin. Weke tê zanîn jin bi hevre bi hêzin. Divê jinek bi tenê jî, tenê neyê hiştin. Pêwîste ku em jin bi hevre têbikoşin û her tim dengê xwe bilind bikin.”    Panel, piştî pirs û bersivan bi dawî bû.