Li Şirnexê anonsa kesên bi Kovîd-19'ê dimirin hat qedexekirin 2020-10-24 15:11:18 ŞIRNEX - Li Şirnexê, Lijneya Umumî Hifzissihha ya Bajêr anonskirina kesên bi şewba vîrûsa koronayê dimirin qedexe kir.   Li Şirnexê, Lijneya Umumî Hifzissihha ya Bajêr têkildarî tedbîrên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) biryarên nû girtin. Di çarçoveya biryarên hatine girtin de,  kesên ku bi şewba vîrûsa koronayê dimirin, li ser şaredarî û mizgeften  dihatin anonskirin, lê ev yek hat qedexekirin.   Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve, têkildarî biryarên lijneyê hat weşandin de, wiha hat gotin: "Daxuyaniyên ku ji hêla xizmên welatiyên me yên ku li bajarê me bi rêya şaredarî û mizgeftan didan ragihandin, ji 23'ê cotmehê ve hatiye qedexekirin."