Rûniştina F: Girtiya nexweş Avras serbest berdin 2020-10-24 14:52:08   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, di çalakiya Rûniştina F a 448’emîn de, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Nazîme Avras û xwest serbest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya Rûniştina F a 448’emîn li dar xist. Komîsyonê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd 19) çalakiya xwe li ser hesabê xwe yê medya civakî pêk anî. Komîsyonê di daxuyaniya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Nazîme Avras a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê dimîne û xwest serbest bê berdan.    Endama Komîsyonê Meral Nergîz Şahîn, di daxuyaniya da de Serkan Tumay ê di 17’ê Cotmehê de, li Girtîgeha Kirikkale, ji aliyê gardiyenan ve bi lêdanê hatibû kuştin, bibîr anî. Şahîn, da zanîn ku bi şewba vîrûsê re şert û mercên girtiyan girantir bûn û wiha axivî: “Her ku diçe li girtîgehan rewş girantir dibe. Mafê girtiyan ên tedawî kirinê tên binpêkirin. Ji bo vê rewşê giliyên girtiyan her ku diçe zêdetir dibin.”    Şahîn, bal kişand ser rewşa hemû girtiyên xweş û ev daxwaz kir: “Divê girtiyên nexweşiyên wan ên kronik hene û di koma bi rîsk cih digirin, astengdar, kal û pîr tavilê bên berdan. Ji bo mafê parastina jiyana wan, ev daxwazek herî bingehîne. Mînak; girtiya nexweş Nazîme Avras li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê dimîne, ji ber şert û mercên pandemiyê nayê derman kirin.”   ‘GOTIN TU BAŞÎ ÎDARE BIKE’   Dûre endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn, axivî û wiha got: “Avras li navçeya Norşînê ya Bedlîsê di hilbijartina herêmî ya 30’ê Adara 2014’an de, weke Hevşaredara Partiyta Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatibû hilbijartin. Lê bi hinceta ew mafê wê yê bê hilbijartin tuneye, ji peywirê hatibû girtin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Nêzî 5 mehan di Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê de girtî ma. Dûre sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê hatibû kirin. Li gorî agahiyên birayê Avras dayî, Avras 50 saliye. Nexweşiyên wê yên weke dil û şekir hene. Her ku diçe rewşa wê giran dibe. Şert û mercên girtîgehê bi awayekê neyînî bandorê li jiyana Avras dike. Malbat derbarê jiyana Avras de bi fikare. Ji bo ku Avras di şert û mercên baş de bê dermankirin û nexweşiyên wê girantir nebe divê bê berdan. Em dixwazin bi Avras re hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”