Berteka li dijî yek tîpiyê didome: Wê bi berxwedana malbat û girtiyan bên qetandin 2018-01-12 09:14:18 MANÎSA – Malbatên girtiyan ên li Manîsayê bertek nîşanî sepandina “cilên yek tîpî” dan û gotin: “Dê li derve bi piştgiriya malbatan û li hundir jî bi berxwedana girtiyan bên qetandin. Em ê li dijî van cilan bisekinin.”  Nerazîbûn û nîqaşên li dijî sepandina “cilên yek tîpî” ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a hejmara 696’an derket dewam dikin. Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê nerazîbûn nîşan dan û vê peyamê dan: “Em ê destûr nedin sepandinên 12’ê Îlonê bînin serê girtiyan.”    'WÊ MIROV BI ZINDÎ ÇAWA KEFENÊ XWE LI XWE BIKIN?'   Dayika girtî Celal Tekîn, Sitî Tekîn destnîşan kir ku bi Rewşa Awarte re li girtîgehan zext li ser zarokên wan zêde bûne û wiha got: “Em dizanin ku dê girtî cilên yek tîpî qebûl nekin. Dewlet jî vêya baş dizane. Ev rewş dê rê li ber îşkence, êrîş û cezayan vebike. Em dixwazin dawî li zextan bên. Her roj xetereya me zêde dibe. Hemû mafên girtiyan desteser kirine. Bila destê xwe ji ser girtiyan rakin. Wê mirov bi zindî çawa kefenê xwe li xwe bikin? Em koletiyê naxwazin. Em ê li hemberî her êrîşek li dijî girtiyan li ber xwe bidin.”    ‘BI BERXWEDANA GIRTIYAN DÊ BÊN QETANDIN’    Keça Mehmet Tekîn yê di heman girtîgehê de Saadet Tekîn jî anî ziman ku girtîgeh bi serê xwe pirsgirêk bingehîn e û wiha axivî: “Em ê li dijî cilên yek reng bisekinin û em di vê mijarê de bi biryar in. Li dijî ferzkirina cilên yek rengî divê em malbat li derve hev bigirin û rabin ser piya û li hundir jî dê bi berxwedana girtiyan bên qetandin. Dixwazin bi rûmeta mirovan bileyîzin. Em ê destûr nedin sepandinên 12’ê Îlonê bînin serê girtiyan.”    ‘LÎSTIKA ŞANOYÊ LI ME DIKIN’    Birayê girtî Semîh Elîtaş ê belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK’ê hatin girtin Erol Elîtaş jî da zanîn ku pêkanîna cilên yek tîpî di tu hiqûqa pergala cîhanê de nîne û ev tişt gotin: “Heta cilên yek tîpî hebe dê pêvajoya darizandina li girtîgehan dirêj bibe. Çimkî ev mirov ji ber têkoşîna bi destxistina nasnameyê di girtîgehan de ne. Tenê vê ji kurdan rewa dibînin. Lazim e vê biryara cilên yek tîpî paş ve bikişînin. Jixwe li girtîgehan tecrîd heye. Cilên yek tîpî jî bi serê xwe tecrîdek e. Ez bi birayê xwe re der barê vê mijarê de axivîm. Got dixwazin lîstika şanoyê li wan bikin û ew ê nebin perçeyekî vê şanoyê. Wê cilên yek tîpî qebûl nekin. Em malbatan jî vê sepandinê qebûl nakin.”