Endamê Komeleya 78'an: Me qebûl nekir, em qebûl nekin 2018-01-12 09:13:10 MÊRDÎN -  Endamê Komeleya 78'an a Qoserê Arîf Tûrgay ê di 12'ê Îlonê de li dijî ferzkirina "kincên yek tîpî" derket wiha got: "Ev şerma serdema me ye. Sepandina ku di salên 80'yî de nehat qebûlkirin, wê niha teqez neyê qebûlkirin."  Endamê Komeleya 78'an a Qosera Mêrdînê Arîf Tûrgay jî bertek nîşanî sepandina kincên yek tîpî da. Tûrgay yek ji wan kesan e ku di dema 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê li dijî sepandina "kincên yek tîpî" li ber xwe daye. Tûrgay got ku wê ev sepandin niha jî neyê qebûlkirin. Tûrgay destnîşan kir ku di salên 80'yî de li hemberî vê sepandinê berxwedaneke mezin hebû û bedêlên giran hatin dayîn. Tûrgay bi lêv kir ku tişta ku di salê 80'yî de nehat qebûlkirin wê niha qet û qet neyê qebûlkirin.    Tûrgay diyar kir ku wan têkildarî mijarê hikûmetê hişyar kiriye û ew ê hişyar bikin û ew ê wek Komeleya 78'an piştevaniya berxwedana girtîgehan bikin. Tûrgay diyar kir ku dewletê tim hewl daye serwerî girtîgehan bibe, wan teslîm bigire, bêrûmet bike û têkiliya wan a bi derve re bibire û niha bi sepandina kincên yek tîpî hewl dide ku girtiyan teslîm bigire. Tûrgay wiha got: "Helbet wê girtiyên şoreşger vê sepandina der mirovahyî qebûl nekin."    Tûrgay got ku divê AKP demildest dev ji vê sepandinê berde û wiha domand: "Heke ev sepandin bidome em ê bibin şahidê tiştên nebaş. Sepandina kincên yek tîpî şerma serdema me ye. Ev ferzkirin bi tu awayî bi kêrî Tirkiyeyê nayên. Heke sibê cenaze ji girtîgehan derkevin, naxwazim rewşa ku dê Tirkiye têkeve bifikirim."