KHK'yek din: Radyo û televîzyonek hat girtin 262 kes îxrac kirin 2018-01-12 08:20:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Di destpêka sala 2018'an de Biryara Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya hêjmar 697  hat weşandin. Bi vê KHK'yê 262 kes hatin îxrackirin û 2 weşanên çapemeniyê hatin girtin. Karê Hezar û 823 kesan dîsa paşve dan.  Di serê sala nû ya 2018'an de KHK ya hêjmar 697 di rojnameya fermî de hat weşandin. Bi vê KHK'ya nû ya di çarçoveya OHAL'ê de hatin weşandin 262 kedkarên cemaweriyê de ji kar hatin îxrackirin. Bi KHK ya hêjmar 697'an televîzyonek û radyoyek hat girtin. Bi vê KHK'yê Weşana Hatay Guney Radyo TV (Hatmar FM) û Weşana Prestij Medya (YEK TV) hatin girtin.    Dîsa bi vê KHK'yê Hezar û 823 kesên di encama kumpasa "Mejiyê Mor" de hatinbûn îxrackirin dîsa karê wan paşve dan.