AYM’ê biryara berdana Mehmet Altan û Şahîn Alpay da 2018-01-11 17:30:16 ENQERE – Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana ferdî ya nivîskar Şahîn Alpay û Mehmet Altan nirxand û biryara tahliyekirina wan da.  Lîjneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdana ferdî ya Gerînendeyê Weşana Pêveka Pirtûka Cumhuriyetê Turhan Gunay, nivîskar Şahîn Alpay û Mehmet Altan de biryara talî da. AYM’ê got “Binpêkirina maf heye” û biryar tahliyekirina Şahîn Alpay û Mehmet Altan da.    Nivîskarê rojanameya kevn a Zamanê Şahîn Alpay bi hinceta “Endamê rêxistina FETO ye” di 31’ê tîrmeha 2016’an de û nivîskar-rojnameger Mehmet Altan jî di 22’ê îlona 2016’an de ji sûcê “Endamê rêxistina terorê ye, hikumeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakirin ango astengkirina kirina peywîra wê astengkirin” hatibûn girtin.