Rojnameger Şerîfe Oruç nehat berdan 2018-01-11 17:14:15 ÊLIH – Rojnamegera girtî Şerîfe Oruç cara 3’yemîn derket pêşberî dadger. Oruç dîsa nehat tahliyekirin. Dadgehê doz taloqî 7’ê adarê kir.  Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryanameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Şerîfe Oruç li gel Emrullah Oruç û Muzaffer Tunç bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” di tîrmeha 2016'an de hatibûn girtin û darizandina wan dewam dike. 3’yemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Rojnameger Oruç ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi SEGBÎS'ê, Tunç ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bûn. Emrullah Oruç ê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girêdana SEGBÎS’ê pê re nahat dayîn. Parêzerên wan Mesût Aydin û Şeyhmus Bayhan jî li salona dadgehê amade bûn. Danişîn bi xwendina nasname û îdianameyê dest pê kir. Meqama îdiayê bi hinceta gumana sûcê xurt û rewşa delîlan li ber çavan girt û berdewama girtina her sê kesan xwest.    ‘ÎFADEYÊN ŞAHIDAN BI ÎŞKENCEYÊ GIRTINE’    Parêzerê rojnameger Oruç, Şeyhmus Bayhan der barê dosyeyê de parastin kir û da zanîn ku ev 19 meh in der barê muwekîla wî de sûcên tên îdiakirin tenê delîlek wan tune ye û îfadeyên şahidan di bin îşkenceyê de hatine girtin. Bayhan xwest muwekîla wî bê berdan.    Piştî parastina parêzer, rojnameger Oruç jî bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû û bi kurdî parastina xwe kir. Oruç got: “Ez îfadeyên xwe berê dubare dikim. Ez rojnameger im. Ev du sal e bêsûc girtî me. Ez berdana xwe dixwazim.”    Muzaffer Tunç jî bi SEGBÎS’ê beşdar bû, îfadeyên xwe berê dubare kir û berdana xwe xwest.    Piştî navbera dozê, heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand û bi hinceta gumana sûcê xurt û rewşa delîlan li ber çavan girt û berdewama girtina her sê kesan da. Danişîn taloqî 7’ê adara 2018’an bû.