Dadgehê carek din 8 sal ceza li Parlamenter Zeydan birî 2018-01-11 16:20:10 AMED – Piştî Dadgeha Îstînafê cezayê Parlamenterê HDP’ê Abdullah Zeydan xera kir, ji nû ve hat darizandin. Dadgehê dîsa darizandin û dubare ceza kir. Dadgehê carek din 8 sal mehek û 15 roj cezayê hepsê li Zeydan birî.  Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ji 4’ê mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye. Dadgeha Amedê carekê li Zeydan ceza birî û ev ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Heremê ve hat xerakirin. Piştî xerakirina ceza 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê cara duyem Zeydan darizand. Dadgehê der barê Zeydan de biryar da û carek din 8 sal mehek û 15 roj cezayê hepsê li Zeydan birîn. Dadgehê berdewamiya girtina Zeydan xwest û biryar da ku der barê parêzerên Zeydan de giliyê sûc bê kirin.