Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak li girtîgehê ji ser hişê xwe çû 2020-10-20 15:08:55     AMED – Keça Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak ê ji doza KCK’ê girtî ne Çîgde Ertak ragihand ku bavê wî li girtîgehê ji ser hişê xwe çûye.   Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak di çarçoveya “Doza Sereke ya KCK’ê” de ceza lê hatibû birîn û niha li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D girtî ne. Ertak ji 7’ê sibatê ve girtî ne. Keça Ertak, parêzer Çîgdem Ertak diyar kir ku bavê wê roja 16’ê cotmehê li girtîgehê ji ser hişê xwe çûye û bavê wê nexweşê şekir e. Ertka got piştî rewşa bavê wê giran dibe radikin revîrê û piştî mudaxileyek biçûk dîsa dibin qawîşê. Ertak anî ziman ku 6 meh û 15 roj cezayê bavê wê maye û pêwîste di çarçoveya serbestiya bi kontrol de were berdan lê ji ber Yasaya Înfazê ya newekhev nayê berdan.