Navê Ozgur Gundemê ji qeyûm re giran hat! 2020-10-20 14:48:54 AMED – Navê Ozgur Gundemê ji ser tabelaya navê nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ku li kuçeyek Sûrê hatiye kirin, jê birin.   Şaredariya Sûrê di serdema rêveberiya HDP’ê de bi biryara Meclîsê, navê nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê hezîrana 1992’yan de li kuçeya Palû ya taxa Îskenderpaşa ya Sûrê hatibû qetilkirin, li kuçeyê kiribûn. Şaredariyê tabelaya navê Hafiz Akdemîr bi vê nivîsê taliqandibû: “Hafiz Akdemîr ê navê wî bi çêkirina nûçeyan derbarê cînayetên kuştinên ne diyar de ji rojnameya Ozgur Gundemê tê zanîn, di hezîrana 1992’yan de ji aliyên kesên nenas ve hat qetilkirin.”   Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tabelayê daxist û navê “Ozgur Gundem” jê bir û tabelaya navê Hafiz Akemîr lê carek din daliqand.   Gora Hafiz Akdemîr ê li goristana gundê Sîsê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê dem meha hezîranê de bi êrişê re rûbirû mabû û hatibû rûxandin.