Li Girtîgeha Xarpêtê 9 girtî bi koronayê ketin 2020-10-20 14:14:55   AMED - MED TUHAD-FED’ê diyar kir ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê 9 girtiyên siyasî bi koronayê ketine û banga hestiyariyê li saziyên berpirsyar kir.   Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê, 9 girtiyen siyasi bi vîrusa coronayê ketine û malbatê her neh girtiyan derbarê rewşa zarokên xwe de serî li wan dane. MED TUHAD-FED’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li gorî agahiyên ku malbatên girtiyan dane wan; dema lêgerîna gardiyanan vîrûsa koronayê derbasî girtiyan bûye û hefteyeke girtî di qarantînayê de ne.    BERGIRÎ KÊM IN   Di berdewamê de jî MED TUHAD-FED’ê daye zanîn ku hinek girtiyên ku temasa wan bi 9 girtiyan re çêbûyî jî kirine karantînayê lê testên wan negatîf derketine û ev tişt got: “Bergiriyên wan kêm in. Bergiriyên ku tên girtin jî tenê ji bo karmendan e. Tedawiyeke çawa li girtiyan tê kirin em nizanin. Girtî ji vê rewşê bi fikar in. Bi hevparbûna cihên axaftina bi telefon û hevdîtinan bêbergiriyeke mezin heye.”   MED TUHAD-FED’ê banga hestiyariyê li Wezareta Dadê û hemû saziyên berpirsyar kir.   Navên 9 girtiyên ku bi vîrusa koronayê ketin wiha ne: “Salîh Îlmîn, Zeynel Akşahîn, Adnan Çaki, Salîh Erdem,  Şakîr Kandemîr, Murat Sevînç, Ahmet Tekîn,  Abdulhekîm Guze,  Murat Menguç”