Dozger xwest 19 parêzer werin cezakirin 2020-10-20 13:47:06   STENBOL – Di danişîna doza 19 parêzerên Komkujiya Garê ya Enqereyê şermezar kiribûn hat xwestin ku werin cezakirin.   Di 12’ê cotmeha 2015’an de komek parêzer li Edliya Stenbolê Komkujiya Garê ya Enqereyê şermezar kiribûn. Ji ber çalakiyê bi îdiayên “Propaganda rêxistinê kirine” û “muxalefetiya qanûna xwepêşandan û meşan kirine” derbarê 19 parêzeran de doz hatibû vekirin .Danişîna 20’emîn a doza parêzeran li Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Ji parêzeran Sezîn Ûçar û Alî Coşkûn tenê beşdarî dozê bûn. Parêzerên wan amade bûn û danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.   Parêzer Ûçar û Coşkûn parastinên xwe kirin û diyar kirin ku çalakî li dar xistine ne sûc e û xwestin werin beratkirin.   Dozger derbarê dosyeyê de biryara xwe da û xwest 19 parêzer bi heman hêcetê werin cezakirin.   Parêzeran ji bo parastinê dem xwestin.   Şandeya dadgehê daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 15’ê çileya 2021’an kir.