Rojnameger Bîlen: Ji ber ku me sûcdar nivîsandin em hatin girtin 2020-10-20 13:30:01   WAN - Nûçegihanê ajansa me Adnan Bîlen, ji girtîgehê nameyek şand û got: “Ji ber ku me sûcdar nivîsandin em hatin girtin.”    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen ê bi hêceta nûçeyên têkildarî avêtina 2 welatiyên ji helîkoperê çêkiribû, di 6’ê Cotmehê de hatibû binçavkirin û di 9’ê Cotmehê de jî hatibû, girtin ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê name şand.     Bîlen di nameya şand de, bal kişand ser rewşa xwe û wiha got: “Di girtîgehê de, ez û nûçegihan Cemîl Ûgûr bi hevre di heman odeyê de, di karantînayê de dimînin. Rewşa me başe. Divê kes dev ji nivîsandina rastiyan bernede.”   WÊ ROJEKÊ EV BÊHIQÛQÎ DERKEVE HOLÊ   Bîlen, di dewama nameya xwe de, ev agahî dan: “Tiştên derbarê me de tên îdîakirin, ne hinceta girtin û binçavkirina me ne. Lê tavilê em girtin û şandin girtîgehê. Bêguman wê rojekê ev rewşa bêhiqûqî derbikeve holê. Niha bifikirin! Gelo dibe ku mirov ji ber qapaxa deftera nişeyekê bê girtin? Yanî jî dibe ku mirov ji ber çavkaniyên xwe yên nûçeyan bên girtin? Bi kurtasî gelek tiştên din ên dûrî aqilan hene.”    ‘ME SÛCDAR NIVÎSANDIN’   Bîlen, diyar kir ku her kes baş dizane ku ne ji ber sûc hatine girtin û girtina xwe wiha şirove kir: “Em ne ji ber sûcên li me hatin barkirin girtîne. Armanc çavtirsandine û rojnamegertî weke sûc dîtine. Bi vê dixwazin kes tiştekê nenivîse. Wisan bifikirin, di navberekê ‘bilindbûna Dolar’ nivîsan jî wê bibûya sûc. Ji xwe ez behsa yên din nakim. Lê hemû tiştên bi me hatin kirin, ji ber rastî nivîsandina me bû û em bi vînek mezin nivîsandina xwe dewam kir bû.  Ne ku me sûckiriye em hatin girtin, ji ber ku me sûcdar nivîsandin em hatin girtin. Ger hûnê ceza bikin jî, em amadene bi rûmetek mezin vê yekê rabikin. Di dadgehê de jî min gotibû; Dema min ev sûc dîtin, min şerim. Herî zêde jî, min ji pêkanînên xirab ên li dijî rojnamegertiyê hatin kirin, şer kir. Bes wê derbas bibe û ez di vî warî de bi bawerim. Ez carek din bêjim. Em ê jî, mîna hemû hevalên xwe yên din, rûmeta çapemeniya azad û rojnamegertiya azad tu carî ne çewisînin û nedin çewisandin. Êdî, hûn me bi çi sûcdar bikin, bila bikin.”