Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin 2020-10-20 13:23:32   AGIRÎ – Danişîna rojnameger Abdullah Kaya ku hi binceta şopandina mihrîcaneke bi destûra Walîtiya Agiriyê hatibû lidarxistin dihat darizandin, taloq bû.    Di 4’ê îlona 2014’an de “Mihrîcana Xweza û Aştiyê” li Çiyayê Agiriyê hatibû lidarxistin. Bi hinceta ku vê mîhrîcanê şopandibû, derbarê rojnameger Abdullah Kaya de bi angaşta “li gel ku ne endamê rêxistinê ye jî bi zanebûn piştgiriya rêxistin kiriye” doza hatibû vekirin. 9’emîn danişîne doza Kaya li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê hat dîtin. Kaya û parêzerên xwe li danişînê amade bûn.    Di danişînê de Kaya parastina xwe kir û destnîşan kir ku mîhrican bi destûra walitiyê hatiye lidarxistin û ji ber şopandina mîhrîcan xebatên wî yên rojnamegeriyê tên dariznadin. Kaya, da zanîn ku rojnamegerî ne sûc e û daxwaz kir ku bê beraetkirin.    Dadgehê, biryar da ku parvekirinên Kaya yên li ser medya civakî yên salin borî bên lêkolînkirin û li doznameyê bên barkirin û danişînî taloqî 4’ê adara 2021’an kir.