Dadger 6 endamên Egîtim Sen'ê darizand 2018-01-11 16:15:07 EDENE – 6 endamên Egîtîm Sen’ê bi boneya piştgirî dane çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça derketin pêşberî dadger. Dadger şertê kontrola adlî ya kedkaran rakir û doz taloq kir.  Endamên Şaxa Egîtîm Sen’ê yên bi Biryara Hukmê di Qanûnê de (KHK) îxrac bûn Mehmet Selîm Suzer, Adîl Akbaba, Nevzat Guzel, Metîn Canbolat, Mehmet Dersulu û Serkan Oner bi hinceta di 26’ê gulana 2017’an de destek dan çalagerên greva birçîbûnê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi KHK’ê îxrac kirin, hatibûn binçavkirin. 6 kedkarên perwerdehiyên pişt re serbest hatibûn berdan û der barê wan de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” doz hat vekirin. Danişîna doza kedkaran li 12’ê Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin.    6 perwerdevan û parêzeran wan beşdarî dozê bûn. Danişînê bi tespîta nasname û xwendina îdianameyê dest pê kir.   Çi çalakiyên ev 6 kedkar beşdar bûne wek sûc hat nîşandan. Kedkaran parastina xwe kir û beratên xwe xwestin. Parêzeran jî sûcên li ser muwekîlên xwe red kirin û daxwaza berata wan kirin.    Dadgehê şertê kontrola adlî ya li ser 6 endamên Egîtîm Sen’ê rakir û dozê taloqî dîrokek pêş kir.