Li girtîgeha Amedê gelek girtî sewq kirin 2020-10-20 12:22:09   AMED - Hat hînbûn ku nêzî 70 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 û 2 a Amedê tên kirin.   Hat zanîn ku nêzî 70 girtiyên siyasî ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin, sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 û 2 a Amedê tên kirin. Malbatên hin girtiyan, diyar kirin ku sewqkirina girtiyan ji roja yekşemê ve dest pê kiriye û wê kom bi kom heta roja Înê sewqkirin bidome. Nehat zanîn ku heta niha çend girtî hatine sewqkirin.    Di 14,15,16,17 û 18'ê Îlonê de jî Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari yê parlamenteriya wî hat betalkirin û Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku şûna wî qeyûm hat tayîn kirin di nav de 58 girtî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 û 2 a Amedê hatibûn kirin û di dema sewqkirinê de, gardiyanan hin girtî derp kiribûn.