Di serdegirtina malê de, bi kuçikan êrîş kirin 2020-10-20 11:16:08 AMED - Polîsên ku li Peyasê deriyê mala welatiyê bi navê Faris Turk şikandin û ser malê de girtin, bi kuçikan êrîşî ferdên malbatê kirin.    Li taxa Dîcleket a nvçeya Peyasê ya Amedê, polîsan bi ser mala welatiyê bi navê Faris Turk de girtin. Polîsên ku saet 05.00’ê sibê, deriye malê şikandin û ketin hundirê malê, bi kuçikan êrîşî ferdên malbatê kirin. Polîsên ku kuçik berdan ferdê malbatê, Faris û hevjîna wî Hanim Turk îşkence kirin. Niştechên avahiyê, bi dengê kuçikan û qîrîniya 2 zarokên malbata Turk hişyar bûn.    Polîsan piştî lêgerîna mala ya bi kuçikan Faris Turk binçav kirin. Di lêgerîna malê de, polîsan dest danîn ser hin pirtûkan. Hat hînbûn ku Turk ê hat binçavkirin, birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê.    Di heman demê de, hat diyar kirin ku li bajêr polîsan bi ser gelek malan de girtine û gelek kes binçav kirine.    NE YEKEMÎNE!   Polîsan di 26’ê Hezîranê de, di dema serdegirtina mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn de jî, bi kuçik êrîşî wê kiribûn û îşkence lê kiribûn.