Tenê ew mabû ew jî girtin 2018-01-11 14:48:19 ŞIRNEX - Dadgehê welatiyê Keldanî Petros Karatay ê li gundê Bêspînê ya Sîlopya hat binçav kirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt û şand Girtigeha Tîpa T a Şirnexê.  Duh li gundê Bêspînê yê navçeya  Sîlopiyayê welatiyê Keldanî Petros Karatay yê li Sîlopiyê ku tenê ew wekî welatiyê keldanî mabû di serdegirtina malê de binçavkirin. Karatay, li ser îfadeya şahidê nepen û bi îdîaya li ser hesabê medya civakî nivîs parvekirine hat binçavkirin û birin Midûriyeta polîsan a Sîlopiyayê. Pişti lêpirsîna Karatay li midûriyeta polîsan bi dawî bû sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeya Karataş girt, bi daxwaza girtinê ew sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" der barê wî de biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.    PIŞTÎ ÇEND SALAN LI XERÎBIYÊ MA VEGERIYA BÛ SER AXA XWE    Petros Karatay, di salên 1990'an de ji ber zextên leşkeriyê koç kirbû. Di sala 2013'an de piştî pêvajoya çareseriyê dest pê kir dîsa vegeriya ser axa xwe. Petros Karatay, çend meh berê dîsa hat binçavkirin û bi şertê kontrola edli hatibû berdan.