Parêzerên Ocalan 721 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin 2018-01-11 13:24:06 STENBOL - Parêzerên Ocalan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, 721'an car e serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê didin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, Îbrahîm Bîlmez û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve parêzeran 721 caran ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîn.    Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve 720 caran serî li dozgeriyê dane, serlêdanên parêzeran bi hincetên wekî "hewa xirbe ye", "keştî xirabe ye" û "OHAL heye" tê astengkirin.