Dosyayên Sabahat Tuncel bûn yek 2018-01-11 11:00:57   AMED - Dosyayên doza ku der barê Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel de ji ber binçavkirina hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanan û Firat Anli şermezar kiribû de amade kirin, bi dosyaya li Meletiyê dihat darizandin re kirin yek.   Piştî hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatibûn binçavkirin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, di 25'ê Cotmeha 2016'an de çalakî pêk anîbû û binçavkirina hevşaredaran şermezar kiribû. Doza ji ber çalakiyê li Tuncel hat vekirin, danişîna dozyê ya 2'yemîn li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Tuncel di dozê de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" û "Qanûna meş û civînan bin pê kiriye", ji salek û 6 mehan heta 9 sal û 6 mehan ceza ji bo wê tê xwestin. Tuncel a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê tê girtin, bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişîna dozê bû û parêzerê wê jî amade bû.   Piştî tespîta nasnameyê dozgerê danişînê mafê axaftinê girt, xwest dosyaya dozê ya li Amedê tê dîtn û dosyaya dozê ya li Meletiyê tê dîtin, bi fîlî û hiqûqî girêdana wan heye, xwest bi hev ve bikin yek. Heyeta dadgehê biryara navborî aşkera kir û xwest dosyaya li Amedê bi dosyaya dozê ya li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ve bê zeliqandin.   Tuncel di danişîna dozê ya yekemîn de nexwestibû bi rêya SEGBÎS'ê tev li dozê bibe, dadgehê jî biryar dabû ku careke din bi zorê bînin dadgehê.