‘Biryar dereng ma, lê bêhiqûqî aşkere bû' 2018-01-11 10:59:01   ÎZMÎR – AYM’ê jî bo Suleyman Goksel Yerdut ê ku di binçavan de milê wî hat şikandin xwest tazminat bê dayîn. Parêzerê Yerdut, Îmdat Ataş diyar kir biryar dereng maye û bêhiqûqiyê xwe carek din daye nîşandan.    Welatiyê bi navê Suleyman Goksel Yerdut di çalakiyên Geziyê yên li Îzmîrê de hatibû binçavkirin û polîsan di binçavan de mile wî şikandibû. Piştî bûyerê parêzerê Yerdut serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da û serdozgeriyê serlêdanê bi neşopandinê bi encam kir. Piştî vê betalkirinê parêzerê Yerdut li ser navê muwekîlê xwe bi awayek takekesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Piştî 4 salan biryar derket. AYM’ê biryar da ku divê 15 hezar TL tazmînat ji bo Yerdut bê dayîn. Parêzer Îmdat Ataş anî ziman ku biryar ji wan re nehatiye şandin û doza Yerdut a ku jê girtî dihat darizandin ku bi beratê encam bû carek din bêhiqûqiyê derdixe holê.    ‘PIŞTÎ DAXUYANIYA ERDOGAN HAT GIRTIN’    Ataş destnîşan kir ku muwekîlê wî Yerdut piştî daxuyaniya “Yên beşdarî van xwepêşandanan bûne êdî em ê wek endamê rêxistinê binirxînin” a Serokwezîrê wê demê Recep Tayîp Erdogan li mala xwe hat binçavkirin û got: “Di binçavan de milê Yerdut hat şikandin. Her çiqas wê demê birine nexweşxaneyê jî nehat hînbûn ku milê wî hatiye şikandin. Piştî me israr kir hat tespîtkirin ku milê wî şikestiye. Li gel vî halê xwe hat girtin. Nêzî 5 meh di girtîgehê de ma. Dermankirina wî pêk nehat. Di vê pêvajoyê de me giliyê sûc kir ku milê wî şikestîne. Bêyî ku îfadeyên Yerdut bên girtin, dîmenên kamerayê bînin û delîlan lêkolîn bikin li gorî beyanên polîsan biryara neşopandina dosyeyê hat dayîn. Serlêdana ma ya li Dadgeha Cezayê Giran a Karşiyakayê hat redkirin. Me jî di meha çile ya 2014’an de takekesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û mafê xwe bikar anî.”    ‘BIRYAREK DERENG MAYE’    Ataş diyar kir ku ev biryar ji bo gelek dosyeyan dibe mînak lê ji ber ku serlêdanek takekesî ye lê pir girêdana wê tune ye. Ataş got ku her çiqas biryarek rast hatibe dayîn jî lê dereng hatiye mayîn. û     BIRYARÊ LI GIRTÎGEHÊ HÎN BÛ   Ataş anî ziman ku biryara AYM’ê ya ji bo Yerdut daye dema çûye Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku Yerdût lê girtiye hîn bûye û Yerdût ji bo qedexeya derketina derve protesto bike li Nisêbînê hatiye binçavkirin û girtin.    MA / Ahmet Kanbal