Emniyetê got 'qeyda sûc tune', dozger dibêje 'endamên rêxistinê ne' 2018-01-11 10:22:33 ŞIRNEX – Ji bo 41 kesên li Cizîrê di dema qedexeyê de di jêrzemînan de hatin kuştin, serlêdan kirin lê serlêdan bê encam ma. Emyetê da zanîn ku "qeyda sûc tune" û Orhan Tunç ê DMME'yê ji bo wî biryara tevdîrê girtibû jî emyetê wekî "endamê rêxistinê" da nîşan û serlêdan bê encam hişt. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 14'ê Kanûna 2015 û 2'yê Adara 2016'an de, hêzên dewletê "qedexeya derketina derve" îlan kirin. Bi dehan welatiyên li navçeyê di jêrzemînên 3 avahiyan de mabûn, hêzê dewletê agir berdabûn wan û ew kuştin. Ji bo 41 kesan serî li Serdozgerê Komarê yê Cizîrê dabûn û serlêdana sûc kiribûn, xwestibûn lêpirsîn bê destpêkirin. Lê lêpirsîn bê encam ma. Serdozgerê Komarê yê Cizîrê biryara bê peywirê da û dosya şand Serdozgerê Komarê yê Şirnexê. Serlêdana ji bo Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç, beyî ku bê lêkolînkirin pêwîstî bi lêkolînê nedîtin.   TUNÇ JÎ WEKÎ 'ENDAMÊ RÊXISINÊ' DÎTIN   Her çendî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Orhan Tunç û bi dehan kesên jiyana xwe ji dest da de biryara tevdîrê girtibe jî, bi dehan kes wekî "endamên rêxistinê" hatin nîşandan. Serlêdana ku ji bo dosyaya Tunç bê lêkolîn hatibû kirin, dozger biryara pêwîstî bi şopandinê da. Dozger da zanîn ku "di buyerê de sedemên li gorî hiqûqî nehatine dîtin" û îdia kir ku "hêzên ewlehiyê" yên tev li operasyonê bûne, di çarçoveya "parastina rewa" de tev geriya ne, dê neyên cezakirin. Biryara der barê Tunç de hatiye dayîn, bi biryara ne şopandinê re dişibin hev.   EMNIYET: TIŞTEKÎ BIBE SÛC NEHAT DÎTIN   Ji hêla din ve Miduryeta Polîsan a Navçeyê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Cizîrê di 26.06.2016'an de Girteka Qeydê ya Arşîvê amade kir û tiştên di girtekê de cih girtin gelekî balkêş in. Di girteka amadekirî de, tê gotin ku der barê Tunç de tu dosyayên girtî û vekirî nehatine dîtin û ev tişt got: "...Li gorî dîroka lêkolîna arşîvên Miduryeta Polîsan a Navçeyê, der barê sûcên terorî de tu qeyd nehatine dîtin, şahidê nepen ê bi navê ÎSKENDER piştî wêneyên endamên rêxistina terorê yên PKK/KCK'ê lêkolîn kirin, ev kes hatin teşhîskirin. Piştî lêkolînên pergalî derket holê ku dadgehê biryara girtinê dernexistiye, kesên ku li wan digerin tunene û di dosyayên girtî û yên vekirî de jî qeydeke sûc nehatiye dîtin."   Kesên di jêrzemînan de hêzên dewletê ew kuştin û serlêdanên sûc ên der barê wan de bê encam man, navê wan wiha ne: Kenan Adiguzel, Ekrem Sevîlgen, Mehmet Benzer, Ahmet Zirig, Nursel Dalmiş, Yilmaz Geçîm, Metîn Karane, Tahîr Akdogan, Serdar Ozbek, Hasan Tag, Bîşeng Kolanç, Şukru Coşkun, Mehmet Emîn Bayar, Mehmet Ozkul, Muhammet Ata Kalayci, Mesut Karşîn, Derya Koç, Edîp Arvaz, Abbas Gulbahçe, Erdal Kar, Huseyîn Kayaalp, Îbahîm Altunkaynak, Ferhat Ozluer, Mehmet Can, Murat Tunç, Aydin Guner, Eda Kutay, Mevlîde Ozalp, Emel Çetîn, Ahmet Turan, Muharrem Erbek, Yasemîn Çikmaz, Ramazan Bîrîman, Emrah Ortak, Orhan Tunç, Cengîz Sansak, Felek Çagdavul.