Ajokarên otobêsan bi taybetî li rêwiyên extiyar nasekinin 2018-01-11 09:36:30 AMED - Welatiyên di ser 65 salan ên bê heq li otobusên gel siwar dibin, ji Otobêsên Gel ên Taybet nerazîne. Welatiyan diyar kir ku bi taybetî extiyaran nagirin.   Li Amedê extiyarên di ser 65 salan re bê heq li otobusên gel siwar dibin. Lê welatiyan diyar kir ku Otobêsên Gel ên Taybet li rawestagehan li benda wan nasekinin û wan nagirin û bertek nîşanî vê rewşê dan. Mahmût Poçak bertek nîşanî Şaredariya Bajarê Mezin da û got ji ber ajokaran kontrol nake rewş wisa bûye.      ‘EM BI SAETAN LI RAWESTGEHAN DISEKININ’   Fahrettîn Saylakê 70 salî got ku piştî ew teqawid bûye li îneşatan notirvaniyê dike û di dema çûnhatina kar de bi saetan li rawestgehan disekine. Saylak ev tişt gotin: “Otobêsên Gel ên Şaredariyê me nagirin. Li hemû rawestgehên bajêr em bi vê pirsgirêkê re rû bi rû dimînim. Dema em lê siwar dibin jî em xwe di nav gel re radikin û wisa siwar dibin. Kes heta hetayê ciwan namîne. Wê ew jî rojekê extiyar bibin, ji bo vê empatî divê. Li her derê cîhanê kartên bêheq hene, lê belê ajokarên li vir pir guh nadin vê yekê. Ev yek li zora me diçe.”     ‘MA KARÊ ŞAREDAR RÛNIŞTINE?’    Mahmût Poçakê 68 salî jî destnîşan kir ku bi sarbûna hewayê re êdî sekinandina li rawestgehan veguheriye îşkenceyê û bi taybetî Otobêsên Gel ên Taybet extiyarên li rawestgehan wernagirin. Poçak bang li şaredar kir û wiha got: “Ji ber kartên me yên bêheq in, gelek caran ajokar me nagirin. Ez saet û 40 deqîqeyî li rawesgehekê mam. Bi taybetî jî otobêsên gel ên taybet vê yekê dikin. Dema em dibêjin ajokar mahdê xwe dikin. Ev mirov girêdayî kuderê bin, ji kerema xwe bila ev mirov bi hesasiyet tev bigerin. Ji bo çi şaredar vê yekê kontrol nake? Ma karê wî rûniştandine? Madem kontrol nake bila qertên bêheq ên ji bo extiyaran betal bike.”