Li Pîranê 3 welatî hatin binçavkirin 2018-01-10 17:05:08 AMED – Li navçeya Pîranê 3 kes hatin binçavkirin.  Polîsan li navçeya Pîranê ya Amedê serê sibê bi ser mala welatiyan de girt. Piştî lêgerîna li malan Ramazan Andîç, Çîlem Tugay û Mahmut Akdag hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û hat zanîn ku welatî li Miduriyeta Polîsan a Pîranê tên ragirtin.