100 girtî ji ber derman jahrînî bûn 2018-01-10 09:00:45 SEMSÛR - Li Girtîgeha Semsûrê ya Vekirî ji ber dermankirina girtîgehê 100 girtî jahrînî bûn.  Rayedarên Girtîgeha Semsûrê ya Vekirî şevê din li dijî kêzikan avahî derman kirin. Piştî avahiya girtîgehê hat dermankirin 100 girtî ji ber derman jahrînî bûn. Piştî dermankirina avahiyê sergeşiyê dest pê kir. Piştî gelek girtî gêj bûn, agahî dan rayedarên nexweşxwaneyê. Li ser agahdarkirinê gelek ambulans hatin girtîgehê. Girtiyên ji ber derman jahrînî bûn Rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê. Hinek girtî jî rakirin nexweşxaneyên taybet. 72 girtî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Semsûrê 32 girtî jî rakirin nexweşxaneyên taybet.    Hat zanîn ku rewşa girtiyan baş e. Piştre lêpirsîn hat destpêkirin.