Gotin ‘Di mala we de kesên bifikar hene’ dest danîn ser pasaporta wê 2018-01-10 15:33:15 STENBOL - Fatma Tunç a xwest biçe gel hevjînê xwe Nivîskar Azîz Tunç ê li Elmanya dijî, polîsan gotin “Di mala we de kesên bifikar hene” û dest danîn ser pasaporta wê. Nivîskar Azîz Tunç ji ber doza dihat darizandin li Elmanya dijî. Polîsan destûr neda hevjîna wî Fatma Tunç biçe derveyî welat. Fatma  Tunç ji bo biçe Elmanyayê gel hevjînê xwe di saetên serê sibê de çû Balafirgeha Ataturkê. Polîsan bi hinceta “Di mala we de kesên bifikar hene” dest danîn ser pasaporta wê. Polîsên ku dûrê kontrola pasaportê kirin, ji Tunç re gotin “Ji ber hevjînê we me pasaporta we ji we girt.”    'EV ZILME'   Fatma Tunç derbarê bûyerê de axivî û wiha got: “Ev pêkanîn li dijî mirovahiyê ye. Nizanim çi bêjim. Min xwest ez hevalê xwe bibinim, lê destûr danin. Ez zilme.”   ‘EM SERDEMEKE JI 12’Ê ÎLONÊ TARÎTIR DIJÎN’   Nivîskar Azîz Tunç jî, diyar kir ku ev bûyer li dijî exlaq û hiqûqê ye. Tunç bertek nîşanî bûyer da û wiha axivî: “Mafê ger û geşta hevjîna min a bêsûc û bêguneh asteng kirin. Ez kesekê ku min darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê dîtiye. Ev serdem ji wê serdemê zêdetir tariye. Lê ligel hemû êrîşan ezê dest ji ramanên xwe berendim. Ezê rastiyan biparêzim û ji bo demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînim. Bê guman dê ev roja bi bilindkirina têkoşînê dê derbas bibin. Çi têkiliya hevjîna min bi têkoşîna ez didim re heye?”