Dozger ji Sadak re 27 sal û nîv ceza xwest 2018-01-10 15:27:56 AMED – Dozger der barê siyasetmedar Selîm Sadak de bi îdiayên “Rêxistin avakirin û birêvebirin” û “Propagandaya rêxistinê kiriye” bi daxwaza ji 16 salan heta 27 sal û nîvan cezayê girtigehê doz vekir.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku birêve dibe di 16’ê mijdara 2017’an de siyasetmedar Selîm Sadak hat binçavkirin û bi daxwaza serbest bê darizandin hat berdan. Dozger piştî lêpirsîn bi dawî kir doz vekir. Dozger bi îdiaya “Rêxistin avakirin û birêvebirin” û “Propagandaya rêxistinê kiriye” bi daxwaza ji 16 salan heta 27 sal û nîv ceza lê bê birîn îdaname amade kir. Dozgeriyê îdianameyê radestî 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir û dadgehê jî qebûl kir.