500 jin û zarokên Êzidî ji DAIŞ'ê rizgar kirin 2018-01-10 15:09:22 NAVENDA NÛÇEYAN  - TAJÊ, ragihand ku 500 jin û zarokên Êzidî yên di dema fermanê de DAIŞ'ê revandin, hatin rizgarkirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) der barê jin û zarokên Êzidî yên di fermanê de DAIŞ'ê ew revandin û ji aliyê QSD, koalîsyon û hêzên navneteweyî yên Sûriyeyê ve hatin rizgarkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.   TAJÊ, diyar kir ku di fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê de DAÎŞ'ê herî zêde zerar da jin û zarokên Êzidî û wiha got: “Di pêngav û operasyonên QSD'ê yên li Bakurê Sûriyeyê de bi taybetî li Reqqa û Dêra Zorê herî kêm 500 jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin. Me piraniya kesên hatin rizgarkirin radestî malbatên wan kirin. Ji bo yên nikarin xwe bigihînin malbatên xwe jî me piştgirî da wan. Me arşiva navê van kesan ji saziyên navneteweyî re şandin. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku ji bo piştgiriya tenduristî, perwerdê û derûniyê ji bo jin û zarokên hatin rizgarkirin, alîkariyê bidin.”    TAJÊ spasiya QSD, YPG, YPJ û saziyên jinan ên li Rojava kir û bal kişand ser têkoşîna ji bo rizgarkirina bi sedan jin û zarokên Êzidî   TAJÊ, wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em spasiya YBŞ/YJŞ'ê yên Êzîdxanê diparêzin û spasiya şervanên ku li Reqayê ji bo rizgarkirina Êzidiyan şer kirin, dikin."