Dest danîn ser pêşenivîsara pirtûka ‘Xûmîna Çiyayan’ 2018-01-10 13:59:53 ÎZMÎR – Di serdegirtinên qawişên Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê de dest danîn ser pêşenivîsara pirtûka bi navê “Xûmîna Çiyayan (Daglarin Ugultusu)” û pirtûkên din ên nivîskarê girtî Murat Turk.  Di rojên derbasbûy de leşker û gardiyanan bi ser qawîşên Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê de girt. Di serdegirtinê de dest danîn ser gelek kelûmel û destnivîsên girtiyan. Her wiha leşker û gardiyanan dest danîn ser rêzenivîsên ewil ên pirtûkên “Lêgerîn (Arayiş)” û “Hevdîtin (Buluşma)” ên “Dema Dirîreşkan (Bogurtlen Zamani)” yên nivîskar Murat Turk. Her wiha dest danîn ser pêşenivîsara pirtûka bi navê “Xûmîna Çiyayan (Daglarin Ugultusu)” a Turk.     Hat diyarkirin ku bi hinceta “Propaganda rêxistinê dike” pêşenivîsa pirtûkê desteser kirine.   Me bi rêya têlefonê xwe gihand girtîgehê. Ji girtîgehê karmendek pişt rast kir ku bi ser qawîşan de girtine û pirtûk hatine desteserkirin û her wiha bi pirtûkan re gelek kelûmelên girtiyan jî berhev kirine.     MURAT TURK KÎ YE?   Murat Turk ji doza PKK’ê di sala 1995’an de cezayê heta hetayê lê birîne. Pirtûka Turk a bi navê “Dema Dirîreşkan” ji Weşanên Belge, pirtûkên din ên bi navê “Dijminên Li Ser Pirê (Koprudekî Duşman)”, “Lêgerîna Dema Dirîreşka (Bogurtlen Zamani Arayişi” û “Hevdîtina Dema Dirîşkena (Bogurtlen Zamani Buluşma” jî Weşanên Aramê çap kirine.