BÎGACEM piştgirî da rojnameger Sînan Aygul 2018-01-10 13:40:50 BÎTLÎS - BÎGACEM bertek nîşanî gefa mirinê ya alîkarê serokê Şaredariya Tetwanê li rojnameger Sînan Aygul xar, da û wiha got: “Rojnamegertî tu caran serî ji gef û şantajan re natewîne û karek bi şerefe.”  Cemiyeta Rojnamegerên Betlîsê (BÎGACEM), derbarê gefa mirinê ya alîkarê Serokê Şaredariya Tetwanê Abdulbakî Menteş ku li Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Gerçek a Betlîsê Sînan Aygul xar, daxuyaniya nivîskî da û bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi vê yekê mafê gel ê nûçe girtinê û azadiya çapemeniyê hatiye bi sînordar kirin. Karê rojnamegertiyê, ne kare ku bê sînordarkirin.  Em vê rewşa nexweş qebûl nakin û em ê şopdarê vê bûyerê bin.”   Di rojên derbas bûyî de Sînan Aygul, ji ber ku nûçeyên nelirêtiyên Şaredariya Tetwana Bedlîsê nivîsandibûn, rastî gefên kuştina alîkarê Serokê Şaredariya Tetwanê Abdulbakî Menteş hatibû.