Li Silopiyê tenê keldaniyek mabû ew jî binçav kirin 2018-01-10 12:57:52 ŞIRNEX - Welatiyê keldanî yê bi navê Petros Karatay ê li bajaroka Bêspinê ya Silopiyê dimîne, di serdagartina malê de binçav kirin.  Li bajaroka Bêspinê ya Silopiya Şirnexê, yek welatiyê keldanî yê bi navê Petros Karatay mabû. Leşkeran di saetên şevê de bi ser mala wî de girt û ew binçav kirin. Karatay rojên borî hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan, bi şev di serdagirtina malê de dîsa binçav kirin. Lê ji bo çi hat binçavkirin nahat zanîn.   Karatay, li Miduryeta Polîsan a Navçeyê tê girtin.   Di sala 1990'î de li bajaroka Bêspinê 4 hezar welatiyên keldanî jinan dikirin, ji ber zextan kolî Fransa, Belçîka, Almanya, Herêma Federal a Kurdistanê û welatên Ewropayê kirin. Karatay jî ji gundê Herbolê koçî Fransayê kiribû, piştî di sala 2013'an de pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk dest pê kiribû, vegeriya bû warê xwe.