Polîsan bi ser mala Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê ve girt 2018-01-10 11:16:32 AMED – Polîsan duh bi şev bi ser mala Alîkarê Hevserokê Giştî yên DBP’ê Berat Bîrtek de girt.  Polîsan duh bi şev li Amedê bi ser mala Alîkarê Hevserokê Giştî yên Partiya Heremên Demokartîk (DBP) Berat Bîrtek de girt. Hat zanîn ku serde girtin saet li derdora 01.00’ê şevê pêk hatiye. Hat hînbûn ku der barê Bîrtek de biryara girtinê heye û ji ber ew ne li mal bûye nehatiye binçavkirin.    Hat zanîn ku biryara “nepenî” danîne ser dosyeya lêpirsîna der barê Bîrtek de hatiye destpêkirin.