‘Êrîşên li dijî karkerên demsalî piştî KHK'yan zêde bûn' 2018-01-10 10:39:05 AMED - Parêzer û parazvanê mafên mirovan Abdullah Zeytun, bal kişand ser KHK'yan û diyar kir piştî OHAL û KHK'yan êrîşên lîncê yên li dijî karkeren demsalî zêde bûne.  Parazvanê mafên mirovan û Endamê Komîsyona Hiqûqê yê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn, der barê KHK'ya hêjmar 696 a di 24'ê Kanûna 2017'an de hat weşandin û biryara "cilên yek tîp" û "bêcezakirina sivîlên çekdar nirxandinên girîng kir. Prz. Abdullah Zeytun, diyar kir ku bi van biryarên KHK'ê bi komkujiyên Sêwas û Çorumê re rû bi rû ne û wiha got: "Beriya ku ev guhertin rê li pêş bûyerên nexweş veke divê bi lez paşve bên kişandin.    ‘XALA 121'EMÎN Û NEDİYARÎ'    Zeytûn, KHK ya hêjmar 696'an nirxand û diyar bi kur bi îbareya “çalakiyên terorê" ne diyar e behsa çi dike û wiha got: “Di civakê de çi bûyer pêk bê ger ku bixwazin dikarin wekî "çalakiya terorê" pênase bikin. "Sivîlên çekdar, ji bo hemû kesên li hemberî xwe muxalif dikarin wekî "Teror" pênase bikin û êrîş bikin. Ev li dijî hiqûqê ye. Li gorî Qanûna Bingehin sûc e. Lê bi KHK'yan vê yekê rewa dide nîşan. Divê em li rewşa wî kesê ku sûc dike binerin. Tuc kiriye ya na? Ev xal bêtir kesan teşwîkî suc û lîncê dike. Rê li pêş bûyerên tundiyê vedike. Biryarên bi KHK'ê hatin derxistin Qanûna Bingehîn nikare wan bişopîne û kontrol bike. Beriya ku hêj di nava civakê de kaos pêk nehatiye divê vê biryarê paşve bikişînin.    RÊBAZA KU RÊVEBERIYA ZORDAR SERÎ LÊ DIDE YE   Zeytun, destnîşan kir ku OHAL û KHK rêbaza ku hikûmet û rêveberiyên zordest û zordar serî lê didin û wiha got: "Ev pêkanîn li dijî azadiya ramanê ye. Li cihîhanê welatên ku herî kêm hiqûq hebe, li wir rêveberiya zordar serdest e.  Ev pêkanîn, ji Qanûna Bingehîn a sala 82'an paşverûtir e."    ‘GER KU NEYÊ VENÊRTIN DÊ PARAMÎLÎTER Û MAFYA ZÊDE BIBE'    Zeytun,  destnişan kir ku ger ku ev biryar neyê venêrtin dê bêtir rê li pêş bûyerên xerab veke û wiha got: "Bêcezakirin, dê bêtir rê li pêş bûyerên din veke. Provakasyonên li dijî karkerên kurd ên demsalî lîncên li dijî mirovan encama vê yekê ye. Dê hêza paramiliter û tarza mafya zêde bibe. Niha Qanûna Bingehîn a darbeyê serdest e. Bi vê zagonê cilên yek tîp û çekdariya sivîlan ferz dikin.  Kesên ku cilên yek tîp li xwe bikin û derkevin pêşberî dadgehê beriya dadgeh biryarê bidin der barê wan de biryar tê dayîn û di hişê darazê de hişekî ava dike. Bi awayekî pêşîn tên  cezakirin. Lazim e dest ji vê pêkanînê berdin û van xalan paşve bikişînin."      MA / Esra Solin Dal