Li dijî yek tîpiyê maseya krîzê tê avakirin 2018-01-10 09:14:13 STENBOL  - Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), li dijî pêkanîna kincên yek tîpî ji bo Maseya Krîzê ava bikin dest bi xebatan kir. Endama Platformê Parêzer Mîzgîn Dogan, diyar kir ku ev pêkanîn tenê ne li dijî girtîgehan, li dijî hemû kesên derve ye jî.   Bertekên li dijî sererastkirina pêkanîna kincên yek tîpî ku di rojên derbas bûyê de bi KHK’a Hejmara 696’an hat derxist didomin. Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) li dijî pêkanîna kincên yek tîpî ket nava tevgerê û bi armanca Maseya Krîzê ava bike, dest bi xebatan kir. Endama Komîsyona Girtîgehan a OHP’ê Parêzer Mîzgîn Dogan, diyar ku dê bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin. Dogan got ku ew ê bi avakirina maseya krîzê li dijî pêkanînan raya giştî û girtiyan di warê hiqûqî de agahdar bikin û hewl bidin di vî warî de liv û tevegrîneke hesas xwe bide der.    'DÊ BÊMAFÎ ZÊDETIR BIBIN'   Parêzer Dogan, anî ziman ku ev pêkanîn dê li girtîgehan bêmafiyan zêdetir bike û wiha got: “Di hevdîtinên me kirin de, helwesta girtiyên siyasî li dijî vê pêkanînê zelal e. Dê bertekên mîna salên 80’yî cardin derbikevin holê. Cardin dê encamên salên 80’yî bi xwe re bîne. Dê bi berxwedana girtiyan re bêmafî hîn zêdetir derbikevin holê. Girtiyan ji niha de biryara mehekê dernekevin hevdîtinê girtine. Hejmara girtiyan a roja îro ji salên 80’yî zêdetir e. Gava mirov li vê rewşê jî mêze dike, dê bêmafî pir zêde bibin.”     Dogan, anî ziman ku berxwedana li girtîgehan a li dijî vê pêkanînê dê tenê têrê neke û wiha bi lêv kir: “Ev pêkanîn tenê girtiyan eleqeder nake. Bi vê pêkanînê dixwazin kesên derve jî ceza bikin. Ger ev biryara KHK’ê neyê betal kirin, dê asta çalakiyên li girtîgehan mezintir bibe û rewş hîn girantir bibe. Divê em hemû bar danînin ser pişta girtiyan. Divê her kes li cihê lê dijî, li dijî vê pêkanînê bi awayekî hêzdar derbikeve."    GUANTANAMO CIHÊ ŞERMÊ YE   Dogan, bal kişand ser nêzîkatiyên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên vê pêkanînê diparêze û wiha pê de çû: “Erdogan behsa ‘Guantanamo’yê dike. Diyar ji agahiya wî ji hiqûqê tune ye. Guantanamo ku cihê şermê ye, teqez divê neyê qebûl kirin. Pêkanîna kincên yek tîpî êdî  mebesta xwe derbas kiriye.”   DIXWAZIN GIRTIYAN SÛCDAR NÎŞAN BIDIN   Parêzer Dogan, dest nîşan kir ku pêkanîna kincên yek tîpî rastiya bêgunehiyê jî îhlal kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji xwe dema girtiyek bi kincên yek tîpî bînin dadgehê, didin hîskirin ku ev kes sûcdar e. Ji xwe lêkolînên li ser vê hatine kirin hene.    MA / Yasîn Kobulan