Midûr ser tacîza mamsote bincil kir 2018-01-10 09:12:05 EDENE– Li Seyhana Edeneyê mamosteyekî bi telefonê 3 xwendekarên xwe taciz kirin. Mudurê dibistanê ser bûyerê nixumand û ji bo gilî nekin 2 malbat jî hatin tepisandin. Egîtîm Sen ku îstismarê dişopîne, bi bîr xist ku mudurê dibistanê berê jî zarok hedef nîşan da bûn.  Li Seyhana Edeneyê, derket holê ku mamosteyê Dersa Erdnîgariyê U.K. ê Lîseya Anadolu ya Anafartalarê, mehek berê bi riya telefonê 3 xwendekarên pola 9, 10 û 11'an taciz kiriye û bûyer întiqalî darazê hatiye kirin. Hat hînbûn ku xwendekaran der barê mamosteyê tacizkar U.K. de daxwazname dane îdareya dibistanê, lê belê mudurê dibistanê S.K. bêyî ku tiştekî bike, giliya xwendekaran bi derengî xistiye. Piştî malbatan gilî kiriye û dozgeriyê lêpirsîn daye destpêkirin îstismar hatiye bihîstin. Her wiha hat diyarkirin ku ji 3 malbatan dudo jê hatine qanihkirin û bêdengkirin.    Endamê Desteya Rêvebir ê Egîtîm Sena Şaxa Edeneyê Ahmet Karagoz, diyar kir ku malbatên xwendekaran serî li wan dane. Karagoz got ku piştî bûyerê 3 hefte şûnde Muduriyeta Şaxa Zarokan bi riya telefonê ji bo îfadeyê bidin li zarokan digere. Karagoz wiha domand: "Li ser giliya xwendekara bi navê X.H. bûyer întîqalî dozgeriyê dike. Mudurê dibistanê S.K. daxwaznameyên xwendekaran bi derengî dixe û helwesteke li terefê mamoste U.K. nîşan dide û bi vî awayî niyeta xwe aşkere kiriye."    'EM Ê TEŞHÎR BIKIN'   Karagoz, destnîşan kir ku mudurê navborî berê li Lîseya Anadoluyê ya Farabiyê dixebitî û ji ber xwendekar merhebaya hevalên xwe yên mêr kirine gazî malbatên wan kiriye û wan giliyê malbatên wan kiriye û gotiye: "Me keça we di weziyeteke nemusaîd de dît." Karagoz destnîşan kir ku ew Egîtîm Sen ew ê şopdarê dozên bi vî rengî bin û ew ê kesên di vî warî de peywira xwe bi cih nayînin teşhîr bikin.    Sekretera Darayî ya Şaxa Egîtîm Senê Seher Kiliç jî, got ku taciz sala borî di dawiya meha Kanûnê de çê bûye û wiha domand: "Li gor agahiyên bi dest me ketin, roja giliyê 4'ê Çileyê ye. Ji bo xwendekar daxwaznameyên xwe bi paş ve bikişînin, xwendekar û malbatên wan hatine tengijandin. 2 xwendekarên keç giliya xw ebi paş vekişandine û yek jê jî bi paşve nekişandiye. Paşê dîsa bi ser xwendekara giliya xwe paşve nekişandiye çûne." Kiliç got ku ji ber çewisandinan malbat diqilqilin.    'ÎDAREYA DIBISTANÊ POLA WAN GUHERAND'    Kiliç ev tişt gotin: "Tê îdiakirin ku îdareya girtîgehê pola xwendekarên keç guherandiye û bi vî awayî dixwaze pirsgirêkê çareser bike. Em ê şopdarê vê dozê bin. Ya ku dikeve ser milê me çi be em ê bikin."    MUDURÊ DIBISTANÊ S.K: TIŞTEKÎ WISA TUNE YE    Bi riya telefonê me xwe gihand mudurê dibistanê S.K. Lê belê mudur S.K. îdia red kirin û got "Ji ber peyveke ku di telefonê de hatiye bikaranîn îdiayeke wisa heye. Lê derew e, tiştekî wisa tune ye" û telefon girt.    MA / Hamdullah Kesen