Rojnamevan Orûç sibê derdikeve pêşberî dadger 2018-01-10 09:11:13 AMED – Nûçegihana DÎHA'yê Şerîfe Orûç a dema li Êlihê nûçe dişopandin hat girtin, wê sibê cara sêyemîn derkeve pêşberî dadwer. Parêzerê Orûçê Mesût Aydin, got ku li gor dîmena ku ji herdu danişînên ewil derket holê, divê muwekîla wê di vê danişînê de bê berdan.  Nûçegîhan DÎHA'yê (ku bi KHK'ê hat girtin) Şerîfe Orûç wê sibê care sêyemîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Êlihê derkeve pêşberî dadwer. Orûç li Êlihê di dema şopandina nûçeyan de hatibû binçavkirin û di 5'ê Tîrmeha 2016'an de hatibû girtin û niha di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye. Di herdu danişînên ewil de her çi qas şahidan diyar kiribû ku di bin îşkenceyê de wan îfade daye, dîsa jî Orûç nehatibû berdan. Orûç bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin.   ‘DIVÊ DEMILDEST BÊ BERDAN'    Parêzerê Orûçê Mesût Aydin, anî ziman ku wê danişîna muwekîla wê di 11'ê Çileyê de pêk bê û 18 meh in muwekîla wê Orûç bi awayekî derhuqûqî girtiye û divê bê berdan. Aydin anî ziman ku di danişînên din de şahidan li pêşberî dadgehê gotibû ku di bin îşkenceyê de îfadeyên wan hatine wergirtin, lê belê li gel vê yekê jî dadgehê biryareke ecêbmayî da û biryara berdewamiya Orûçê da. Aydin wiha domand: "Beriya danişîna sibê, şahidekî ku nehatiye guhdarkirin û tiştê em dizanin berastegê zihnî ye heye û em nizanin li kuderê ye. Jixwe bi belgeyan jî hatiye pesendkirin ku ev şahid berastengê zihnî ye. Di nezda dadgehê de şahidiya vî kesî wê tu tiştî neguherîne û ji ber vê ji bo neberdana muwekîla min tu sedem tune ne."    Aydin bi lêv kir ku girtina Orûçê feraseta Tirkiyeyê ya li hemberî çapemeniya azad nîşan dide û divê demildest dawî li vê derhuqûqiyê bê berdan û di danişîna sibê de Orûç bê berdan.