ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-10 09:00:59 * Serokê Komeleya Mexdûran û Kesên Bi Fikar Mirine Oktay Can diyar kir ku di 4 salan de 500 leşker bi fikarî mirine û ev tişt got: "Dema em van mirinan ji serokomar dipirsin, bersiva 'fermandar çekê li leşkerên xwe nakişînin' didin me. Lê roja derbeyê leşker çi anî serê mirovên xwe me dît." *Mamsoteyê 25 salan Mehmet Şîrîn Bûlgayê ku bi KHK'ê hat îxrackirin, dudo jê bi kurdî û yek jê jî bi tirkî 3 pirtûk amade kirin. Her wiha wê Bûlga dahata van pirtûkan jî bexşî "Fona Piştevaniyê" ya li ser navê endamên KESK'ê yên hatine îxrackirin hatiye vekirin bike.    *Pisporê Saziya Tiba Edlî Umît Bîçer, destnîşan kir ku di dema derxistina cenazeyên li Goristana Xerzanê de pîvanên Protokola Mînnesotayê hatine binpêkirin. Bîçer destnîşan kir ku ev yek zirarê dide cenazeyan û wê di hestiyan de bibe sedema ku materyalên biyolojîk neyên çesipandin û bibe sedema widnakirina wan.    *Platforma Şaxên KESK'ê, wê bi dirûşmeya "Ne Rewşa Awarte, demokrasî" li Bakirkoya Stenbolê mîtîngê li dar bixe.    * Nûçegihana DÎHA'yê Şerîfe Orûç a dema li Êlihê nûçe dişopandin hat girtin, wê sibê cara sêyemîn derkeve pêşberî dadwer. Parêzerê Orûçê Mesût Aydin, got ku li gor dîmena ku ji herdu danişînên ewil derket holê, divê muwekîla wê di vê danişînê de bê berdan.    *Li Seyhana Edeneyê mamosteyekî bi telefonê 3 xwendekarên xwe taciz kirin. Mudurê dibistanê ser bûyerê nixumand û ji bo gilî nekin 2 malbat jî hatin tepisandin. Egîtîm Sen ku îstismarê dişopîne, bi bîr xist ku mudurê dibistanê berê jî zarok hedef nîşan da bûn.   *Bertekên jinan ên li hemberî daxuyanî û pênaseyên Diyanetê yên der barê zewicandina di temenên zarokatiyê de didomin. Jinan wiha pirsî: "Wê zarok çawa di vî temenî de bizewicin."    *Gelê Botanê qet bi paş ve gav neavêtiye. Ji bo jîndarkirina hêviyê gelê Botanê tim amade ye."    *  Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), li dijî pêkanîna kincên yek tîpî ji bo Maseya Krîzê ava bikin dest bi xebatan kir. Endama Platformê Parêzer Mîzgîn Dogan, diyar kir ku ev pêkanîn tenê ne li dijî girtîgehan, li dijî hemû kesên derve ye jî.     Parêzer û parazvanê mafên mirovan Abdullah Zeytun, bal kişand ser KHK'yan û diyar kir piştî OHAL û KHK'yan êrîşên lîncê yên li dijî karkeren demsalî zêde bûne.    * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin dê bidome    * Danişina doza 17 jê zarok 67 kesên piştî ji navçeya Nisêbînê derketin û hatin girtin dê di roja duyemîn de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdinê berdewam bike.    * 20'emîn danişina doza cînayeta 301 karkerên madena Komirê ya li Somayê Manisayê pêk hat, dê di roja duyemîn de li Edliyeya Manîsayê bê dîtin. (09.00)   * SES dê rapora komxebata 16-17'ê Kanûna 2017'an a têkildarî Nexweşxaneyên Bajar li Navenda Giştî ya SES'ê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (12.00)     * Platforma Jinan a KESK'a Wanê dê têkildardî daxuyaniya diyanetê ya zewaca zarokan û "Otobusên pembe" li avahiya KESK'ê ya Wanê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Şaxa Egîtîm Sen a Hêjmar 2 ya Îzmirê dê li dijî OHAL û KHK’yan li Îskeleya Karşiyaka daxuyaniyê bide çapemeniyê. (19.00)