Dervê Îzmirê li Helbestvan Ozturk qedexe kirin 2018-01-09 17:29:50 ÎZMÎR - Helbestvan Fadil Ozturk ê di 5'ê Çile de hat binçavkirin û sewqî dadgehê kirin bi şertê qedexeya derketina dervê Îzmirê hat berdan.b  Polîsan Helbestvan Fadil Ozturk ê di 5'ê Çile de binçav kirin, piştî lêpirsinê ew sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeya Ozturk girt bi daxwaza girtinê ew sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Dozger jî ji ber Ozturk di malpera Arti Gerçek û medya civakî de nivîs û wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş parve kirine bi îdîaya “Propaganda rêxistinê" kiriye sewqî dadgehê kir. Sahdeha Cezayê Sulhê jî bi şertê qedexeya derketina dervê bajar Fadıl Ozturk serbest berda.