Umutê 4 salî 24 roj in li nexweşxaneyê tê razandin 2018-01-09 17:26:04 ÊLIH – Li Hezexê Umut Ozalp ê 4 salî ku maşîneya zirxî lê qelibî bû û bi giranî birîndar bûbû di beşa lezgîn de 24 roj e dermankirina wî didome.  Polîsan di 17’ê kanûna 2017’an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi wesayîtek sivîl li Umut Ozalp ê 4 salî qeliband û bi giranî birîdar kir. Umut ê biçûk 24 roj e di beşa lezgîn de tê dermankirin. Umut li nexweşxaneyek taybet a Êlihê tê razandin û heta niha di dermankirinê de tu pêşketin pêk nehatiye. Li gorî agahiyên rayedarên nexweşxaneyê dan ji ber mêjiyê Umut de taxrîbat çêbûye tê razandin. Rawestîna malbatê jî li nexweşxaneyê dewam dike.