Dozger xwest helbestvan Fadil Ozturk bê girtin 2018-01-09 16:05:18 ÎZMÎR - Dozger bi daxwaza girtinê helbestvan Fadil Ozturk, sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kir.  Polîsan Helbestvan Fadil Ozturk ê di 5'ê Çile de binçav kirin, piştî lêpirsinê ew sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeya Ozturk girt bi daxwaza girtinê ew sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Dozger nivîsên Ozturk ên di malpera Arti Gerçek û medya civaki de hatin weşandin pirsîn. Dozger parvekirinên li ser medya civakî û wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş ên parve kirine wekî “Propaganda rêxistinê kiriye" pênase kir û sedewa wan pirsî.