Ji 14 polîsan polîsek tenê beşdarî danişînê bû 2018-01-09 14:44:51 AMED – Têkildarî teqîna mitînga HDP’ê ya li Amedê der barê 5 jê midurên emniyetê û 14 polîsan de doza hat vekirin. Ji van polîsan tenê polîsek beşdarî danişînê bû. Mexdûran beşdarî danişînê bûn wiha berteka nîşan dan: “Em bi platînên di lingê xwe de tên dadgehê. Lê çima polîs nayên.”  Di 5’ê hezîrana 2015’an de li dijî mitînga HDP’ê ya Amedê DAIŞ’ê teqîn pêk anîbû û gelek kes jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes birîndar bûbûn. Bi boneya îhmalên wan di teqînê de heye der barê 5 jê polîs 14 polîsan de ji sucên “Wezîfeya xwe ne baş kiriye” û “Îhmalkirina wezîfeyê” doz hat vekirin û danişîna ewil hat dîtin. Danişîn li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê hat dîtin 13 polîs beşdar nebûn tenê polîsek beşdar bû. Hin mexdûrên ji teqînê birîndar bûn û parêzerên xwe beşdar bûn. Îdianame hat xwendin û bi tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir.    Parêzerên muştekî parastina mexdûran kirin û diyar kirin ku ji ber teqînê gelek kes birîndar bûne, tenduristiya wan xera bûye û ji polîsan dozdar in û xwest polîs beşdarî dozê bibin. Mexduran jî bertek nîşan beşdar nebûna polîsan da û wiha pirsîn: “Em bi platînên di lingê xwe de tên dadgehê. Lê çima polîs nayên.”    Polîs D.U. ji ber parêzerê wî tune bû îfade neda. Parêzerên mexduran xwest ku doz li Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. Parêzeran got ku ew daxwaz dikin ku polîsên nayên dozê bi zorê wan beşdarî dozê bikin. Têkildarî daxwazên parêzeran biryar hat dayîn ku dozeke din biryar bê dayîn. Doz taloqî meha adarê hat kirin.