Welatê rojnamegerên naxebitin: Divê rojnameger bibin yek 2018-01-09 14:32:01 AMED – Nûnerên rêxistinên rojnamegeriyê diyar kir ku sala 2017’an ji bo wan zor derbas bûye û gotin: “10’ê Çile wek Roja Rojnamegerên Dixebitin bê bibîranîn dê rastir be. Çapemenî bi zextên tund re rû bi rû maye. Ji bo em heyîna xwe dewam bikin divê em bibin yek.”  Rojnameger li Tirkiyeyê bi Rewşa Awarte (OHAL) di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebite ye. Li aliyekî ev roj tê û li aliyekî jî nêzî 170 rojnameger roja pîşeya xwe di bin zext û binpêkirina mafan de pêşwazî dikin. Li gel hemû zextan jî rojnameger li qadan pîşeya xwe dixebitînin. Rojnamegerên dixebitin bal kişandin ser girîngiya têkoşîna rojnamegeriyê.    Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Ayşe Guney diyar kir ku 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin roja “Rojnamegerên dixwazin bixebitine ye” û rojnamegerî ji pîşeyê derketiye êdî ji xwe re berxwedaniyê esas digire. Guney da zanîn ji bo li qadê rojnamegerî bê kirin têkoşînek cidî pêwîste dike û got: “Herî zêde jî rojnamegerên li qadê dixebitin viya baş dizanin. Sala 2017’an ji bo rojnamegeran salek dijwar û zor bû. Piştî KHK’iyan gelek hevalên me bêkar man. 35 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Yek ji nav van saziyan jî Rojnameya Şûjin bû. Berê jî JINHA a ku weşana jinê dikir hatibû girtin. Weşangeriya van saziyan ji aliyê Tirkiyeyê ve gelek girîng bû.”    ‘JI BO ROJNAMEGERAN 2017 SALEK ZOR BÛ’    Guney got ku sala 2017’an li qadê gelek zor derbas bû û wiha dewam kir: “Divê mirov van zoriyan hem wek jin û hem jî wek rojnamegerek jin bigire dest û binirxîne. Herî zêde rojnamegerên jin li kolanan rastî tacîz û gefên zilam û hêzên ewlekariyê hatin. Di bin pêkûtiyan de sala xwe derbas kirin. 6 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Nûjiyan Erhan a ku ji aliyê rojnamegeriya jinê ve xwedî navek girîng bû hat qetilkirin. Di serî de Meltem Oktay, Zehra Dogan û Şerîfe Oruç jî di nav de 9 rojnamegerên jin girtî ne. Tenê ji berk u xebatên rojnamegeriyê birêve birine girtî ne. Divê em hêza xwe bikin yek. Heke ku em dixwazin heyîna xwe bidomînin lazim e em bibin yek.”    ‘TÊKOŞÎNEK BI HEV RE’    Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî bal kişand ser dîroka Roja Rojnamegerên Dixebitin û wiha got: “Gelek saziyên rojnamegeriyê hatin girtin. Hêj bi sedan rojnamegerdi girtîgehê de ne. Hejmara rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî ne,  ji hejmara rojnamegerên li cîhanê girtî ne hemûyan zêdetir e. Di mijara pêkûtiyên li ser rojnamegeran cîhan li aliyekî û Tirkiye li aliyekî cih digire. Tekane riya azadiya çapemeniyê têkoşîna bi hev re bê dayîn de derbas dibe.”    ‘ARTÊŞA ROJNAMEGERÊN BÊKAR HAT AFIRANDIN’    Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmut Oral jî der barê Roja Rojnamegerên Dixebitin de ev tişt got: “Mixabin roja 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin ji ber zextên desthilatdariyê ku mirov wek roja bîranîna rojnamegeran binirxînê dê rastir be. Heta niha çapemenî tu demê wisa rastî êrîş û zextan nehatiye.  Îro em bi artêşa rojnamegerên bêkar re rû bi rû mane. Bi sedan rojnameger girtî ne. AKP li cîhanê îmze avêt rekorekê. Ez bang li hemû rojnamegeran dikim ku li dijî zextan xwe birêxistin bikin û yekîtiya xwe ava bikin. Em vê rojê li hemû rojnamegerên dixebitin û naxebitin pîroz dikin.”