Polîsan li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kir 2018-01-09 14:18:29 ENQERE – Li Kolana Yukselê 427 roje çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” didome. Îro dîsa polîsan mudaxele kir û 4 çalakger binçav kirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 307’an de dewam dike. Çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” a ku Gulmen li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê da destpêkirin jî ket roja 427’an.    Çalakgerên Kolana Yukselê ku piştgiriyê didin çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” ji bo li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyaniya çapemeniyê bidin, li Kolana Konurê li hev kombûn. Polîsan çalakgeran dorpêç kir û destûr neda çalakgeran. Çalakgeran xwest di bin dorpêçê de çalakiya xwe pêk bîne, lê polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir. Di mudaxeleyê de polîsan 4 çalakgeran binçav kir. Her wiha polîsan mudaxeleyî welatiyên derdorê xwestin pişgiriyê bidin çalakiyê jî kir û wan ji hev belav kir.