Versîyona cerdevanan a nû: HOH 2018-01-09 13:32:10 ENQERE - Di demên dawî de li bajarên Tirkiye rêxistinên bi navê HOH, SADAT, Ocaxên Osmanî pêş dikevin. Ev nîşan dide ku tê xwestin cerdevaniyaku di salên 90'an de li bajarên kurdan pêş xistin vê rêxistina çekdarî jî li Tirkiye pêş bixin. Pergala Abdulhamit nûjen bikin.  Komên giredayî AKP'ê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li gelek bajaran rêxistinên bi çek avakirin. “Tevgera Taybet a Gel (HOH) ava kirin. Serokê HOH'ê diyar kir ku li 21 bajaran xwe bi rêxistin kiriye û 7 hezar endamên wan ên bi çek hene. Vê yekê tirsa civakê zêdetir kir. Tê diyar kirin ku SADAT, Komeleyên Osmanli jî HOH'ê temam dikin.    ARMANCA DAWÎ OSMANLIYAN ALAYÊN HAMÎDIYE NE    Di serdema Osmanliyan de di kevneşopiya dewletê de hêza paramiliter hebû. Di nava Osmaniyan de hêza serê vê yekê dikişîne  Alayên Hamidiye bû. Di serdema Komara Tirkiye de jî di salên 1980'yan de li dijî têkoşîna kurdan li bajarên kurdan pergala cerdevaniyê hat avakirin. Pergala cerdevaniyê jî wekî berdewama Alayên Hamidiye hat pêşxistin. Di sala 1891'an de li dijî eşîrên kurdan Alayên Hamidiye hatin pêşxistin. Wê demê hat xwestin ku kurd nebin xwedî vîn û hêz û xwestin kurd nibin xwedî nasname. Osmaniyan piştî vê yekê di navbera kurd û ermeniyan de xeta Panislamist pêş xistin. eşîrên kurd û elewî xistin bin zextan. Bi Alayên Hamîdiye pêş xistin.    'KOMELEYÊN HÊZA OSMANIYAN'   Di serdema Îttihat û Terakkî de dîsa rêxistinên paramiliter pêş ketin. Wê demê Komeleyên Hêza Osmaniyan hatin avakirin. Ji aliyê Harbiye Nezaretî çek û gule dan wan. Ev rêxistin ji aliyê Reîsê Şaxa Leşkeriyê ve dihat birêvekirin.  Hemû di bin hişmendiya Îttihat û Terakkîde pêş ketin. Ji hemûyan re Enver-Talat Paşa pêşengî kir. Di komkujiya ermeniyan a salên 1915'an û bûyerên 6-7'ê Îlonê de cih girtin.    DEWLET DI NAVA DEWLETÊ DE AVAKIRIN   Dîsa di sala 1927'an de bi navê Xizmetên Ameleyên Neteweyî (MAH) rêxistinek ava kirin. MAH Ku wê demê hat avakirin rola MÎT'a Îro da ser xwe. Heta sala 1980’an wekî şaxek MÎT’ê tev geriya. Bi vî rengî dewleta di nava dewletê de kar kir.    RÊXISTINA GLADIO HEBÛNA XWE BERDEWAM DIKE   Daîreya Herba Taybet ku îro hebûna xwe berdewamdike, di bin navê têkoşîna li dijî Komunizmê de wekî projeya DYA hat avakirin. Îro hebûna xwe di nava dewletê de berdewam dike. Ev rêxistina bi navê Gladio tê pênasekirin di bin baneyê dewleta Tirkiye de hebûna xwe berdewam dike.    CERDEVANΠ   Li Tirkiye tevî ku Daîreya Herba Taybet hebû jî di salên 1980’an de li bajarên kurdan çek xistin destê kurdan û kurd kirin cerdevan.  Li 22 bajarên kurdan herî kêm 50 hezar kurd kirin cerdevan û çek xistin destê wan. Dîsa di salên 1990'an de tevî cerdevanan rêxistina Hizbullah pêş xistin û bi hezaran kurd ji aliyê hîzbûllah û cerdevanan ve hatin kuştin.b      PIŞTÎ JÎTEM'Ê NIHA HÖH, ESEDULLAH AVA KIRIN   Piştî di 27'ê Tebaxa 1987'an de di bin Serokatiya Îstîxbarata Fermandariya Giştî de JÎTEM hat avakirin, bi hezaran mirov ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin û windakirin. Korgeneral Hulusi Sayin, Cem Ersever, Velî Kuçuk pêşengiya JİTEM'ê kir. Piştî vê yeke niha di serdema AKP/MHP'ê de rêxistinên Tîma Esedullah, HOH, SADAT, Ocaxên Osmanliyan tên avakirin û xwe di nava civakê de bi rêxistin dikin. Bi hezaran endamên HOH'ê bûne xwedî çek u di nava civakê de digerin.