Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar tahliye bû 2018-01-09 13:30:52 ÎZMÎR – Ufuk Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar ku li gel dayik û bavê xwe di 25’ê kanûna 2017’an de hatibû girtin li ser daxwaza parêzeran hat berdan.  Di 19’ê kanûna 2017’an de li Îzmîrê Ufuk Kîşîn (30) ê ji sedî 77 astengdar li gel dayik û bavê xwe hatibû binçavkirin û di 25’ê kanûna 2017’an de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin hat berdan. Parêzera malbata Kîşîn Nezahat Paşa îtîrazî 4’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Îzmîrê kir. Dadgehê biryarê nirxand û rewşa astengdariya Kîşîn li ber çava girt û ew tahliye kir. Dadgehê bi biryara şertê kontrola adlî Kîşîn berda.    Piştî kar û barên li girtîgehê Kîşîn dê ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’an a Şakranê bê berdan.