Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin! 2020-10-01 10:51:33   MÊRSÎN - Li gundê Awîna ya Stewrê, qereqolê ji şivanan geriya û gef li wan xwar.    Li gundê Awîna ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê, kesên ku xwe weke îstîxbara eskerî dan nasîn, yek bi yek li şivanên herêmê geriyan û gef li wan xwarin. Kesên ku yek bi yek li şivanan geriyan, ev gef li wan xwarin: “Em ji Qereqola Eskerî ya Navçeyê digerin. Ger hûn li herêmê tiştekê bibînin û agahî nedin me, em ê we bişewitînin. Bila tem tu valetiyeke we nebînin.”